top of page

Proje

 

Kobanê

 

Kobanê bajarekî li herêma ku piraniya niştecihên wê Kurd in, li bakurê Suriyeyê dimîne û berî şerê navxweyî hejmara niştecihên wê ji 50 000î zêdetir bû. Piştî dorpêçkirina bajêr a ji rexê terorîstên qaşo „Dewleta îslamî“ ya 2014an ve, navê bajêr sînorên welêt derbas kir.

 

Bi damezrandina xelîfetiya xwe ya di Hezîrana 2014an û pê de, qaşo „Dewleta îslamî“, li Bakurê Suriyeyê di mehên pêş de êrîşên tund da destpêkirin. Armanc ew bû ku Kobanê ya di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dagir bikin. Weke encama şerê navxweyî yê Suriyeyê, xweseriya herêmî li bakurê welêt hatibû damezrandin. Di serî de wisa dixuya ku dagirkirina bajêr a ji aliyê terorîstan ve li ser sînorê Tirkiyê, tenê pirsa demê ye. Lê bi piştgiriya hêzên navnetewî re, berê avê zîvirî. Piştî şerê bi mehan, êdî dikarîbûn bi misogerî pişta çekdarên qaşo „Dewleta îslamî“ bişikînin û bikin ku di dawiya Çileya 2015an de ji Kobanê vekişin. Weke encam,  Kobanê ji bo Kurdan bûbû hevwateya berxwedana li hember zordariya  rêxistinên terorîst ên îslamîst. 

 

Di encama êrîşên „IS“ de gelek taxên bajêr bi awayekî mirov êdî nikaribe lê bijî, hilweşiya bûn. Lê dîsa jî gelek penaberên ji ber şer reviyabûn vegeriyane bajarê xwe. Ew di bin bandora şert û mercan de neman û hewldan bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Di heman demê de, nişteciyên bajêr xwestin bi sedema bibîranîna qurbaniyên bi destê ISê, taxeke ji bajarê wêrankirî tevî xirbeyên xaniyan, bi awayekî fermî ji bo bîranînê biparêzin û ev der weke ciyekî pêvajoya hunerî were sazkirin. 

bottom of page