top of page

Proje

 

Kobanê

 

Kobanê bajarekî li herêma ku piraniya niştecihên wê Kurd in, li bakurê Suriyeyê dimîne û berî şerê navxweyî hejmara niştecihên wê ji 50 000î zêdetir bû. Piştî dorpêçkirina bajêr a ji rexê terorîstên qaşo „Dewleta îslamî“ ya 2014an ve, navê bajêr sînorên welêt derbas kir.

 

Bi damezrandina xelîfetiya xwe ya di Hezîrana 2014an û pê de, qaşo „Dewleta îslamî“, li Bakurê Suriyeyê di mehên pêş de êrîşên tund da destpêkirin. Armanc ew bû ku Kobanê ya di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dagir bikin. Weke encama şerê navxweyî yê Suriyeyê, xweseriya herêmî li bakurê welêt hatibû damezrandin. Di serî de wisa dixuya ku dagirkirina bajêr a ji aliyê terorîstan ve li ser sînorê Tirkiyê, tenê pirsa demê ye. Lê bi piştgiriya hêzên navnetewî re, berê avê zîvirî. Piştî şerê bi mehan, êdî dikarîbûn bi misogerî pişta çekdarên qaşo „Dewleta îslamî“ bişikînin û bikin ku di dawiya Çileya 2015an de ji Kobanê vekişin. Weke encam,  Kobanê ji bo Kurdan bûbû hevwateya berxwedana li hember zordariya  rêxistinên terorîst ên îslamîst. 

 

Di encama êrîşên „IS“ de gelek taxên bajêr bi awayekî mirov êdî nikaribe lê bijî, hilweşiya bûn. Lê dîsa jî gelek penaberên ji ber şer reviyabûn vegeriyane bajarê xwe. Ew di bin bandora şert û mercan de neman û hewldan bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Di heman demê de, nişteciyên bajêr xwestin bi sedema bibîranîna qurbaniyên bi destê ISê, taxeke ji bajarê wêrankirî tevî xirbeyên xaniyan, bi awayekî fermî ji bo bîranînê biparêzin û ev der weke ciyekî pêvajoya hunerî were sazkirin. 

Projeya“Pots” (qirûqaf)  hevxebateke navçandî ya hunermendên (şêwekarî) dîtbarî yên ji Swîsre, Suriyê û Iraqê bi kesên ciwan û navsere re li Kobanê (Suriyê) ji xwe re dike armanc.  Proje wê li Swîsreyê ji rexê koma bingehîn ve bê amadekirin û li Suriyê were pêkanîn. Proje bersiveke ji bo pêdiviyên Kurdên Suriyê ya hevkarî û veguhezîna bi hunermendên ji welatên cuda re, li hember wêrankirina welatê xwe bi tecrubeya estetîkî li ber xwe didin. Ev pêvajoya karkirina bi hev re ya bi heriyê ya ji ciyê tê derxistin û ji teşedana hêsan heta pehtina bi êgir wê bi nişteciyên li wir re bi hev re were meşandin. Pê re hevxebateke bi seramîkerên Suryanî re tê plankirin. Herweha alavên werin çêkirin wê li taxeke wêrankirî ya Kobanê bi awayê parastina nasnameya pirçandî ya nişteciyên herêmê (Kurd, Ereb, Suryanî) bide der werin pêşandan. Di heman demê de di mijarên wek pevkirin, baweriya bi çavkaniyên hene û avakirina ji nû ve de, wê ev xebata bi hev re wêneyekî xurt bide der.

 

Şengal

 

Êzîdî, yek ji wan gelên kevnare yên herêmê ne, ew heta îro bi dehê caran ji ber bawerî û jiyana xwe bi komkujiyan re rû bi rû mane. Berê hêzên wek Iraq û Tirkiyê êrîşî ser wan kirine û komkujî û nijadqirî jiyane. Êzîdî ji vê re dibêjin: ‘Ferman’. Vê carê  milîtanên terorîst IS, ên bi kirinên xwe yên nemirovî tên nasîn, komkujiya 73yan ya li hember Êzîdîyan pêk anîn. Bi hezaran Êzîdî hatine kuştin û revandin. Deh hezar ji warê xwe Şengalê hatin derkirin. Li kolanên Şengalê hîn jî şopên fermana 73an hene. 

 

 

Di demeke ji bo qedera nediyar ya 3000 Êzîdîyên winda şer tê kirin de, li hinek deveran alavên Êzîdiyên, di nav gola xwînê ya IS dejiyana xwe ji dest dane, hîn li derdorê belave ne. Li milekî ve ew hewl didin hilweşîna bi destê IS pêk hatiye ji holê rakin, ji milê din ve jî dixwazin malên şewitî û wêranbûyî ji nû ve lêbikin.

 

پرۆژەی†ئێمە†دیارین

 

Flyer We are visible کوردی ڤێرژن

bottom of page